Mûstafa Karasû got; Ji bo ku têkoşîna demokrasiyê ya gelê Kurd bi tepisînin polîtîkaya qeyûm di meriyetê de ye.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, di bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê de, derbarê dagirkirina şaredariyan de nirxandin kirin.

Diyar kir ku ji bo têkoşîna demokrasiyê ya gelê Kurd bi tespisînin polîtîkaya qeyûm di meşînin.

Ji destpêkê ve ev polîtîka heye.

Wê hema piştî hilbijartinê pêk bianîna, lê berxwedana xelkê Wanê rê li ber girt, bi Colemêrgê sînordar ma.

Pergala qeyûm hem parçeyek ji vê polîtîkayê ye, hem jî encama polîtîkayên ku heta niha meşandine.

Jixwe dixwazin têkoşîna tevgera azadiya gelê Kurd bi perçiqînin.

Li tu deverê naxwazin gelê Kurd bajarên xwe birêve bibin.

Sînordarkirî be jî naxwazin îradeya gelê Kurd derkeve holê.

Ji ber vê yekê polîtîkayeke qeyûm a bi vî awayî heye.

Dibêjin an hûnê teslîm bibin an jî em ê qeyûman tayîn bikin.

Qeyûm encama van nêzîkatiyan e.

Mûstafa Karasû, sedema ku Mêrdîn, Xelfetî û Batman ji bo dagirkirinê hatine hilbijartin jî nirxandin.

Ji ber ku qada êrişên li dijî Rojava ye qeyûm tayînî Mêrdînê kirin.

Jixwe Xelfetî jî tê zanîn; peyameke ji bo rêbertiyê bû.

Sedema ku Batman kirin armanc jî ewe ku jinek li vî bajarî hat hilbijartin.

Ev êrişeke li dijî têkoşîna azadiyê ya jinê bû, dixwazin vê jî bi tepisînin.

Sedemeke din jî ewe ku dixwazin Hudapariyan û hîzbulkontra li şaredariyê bicih bikin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, diyar kir ku eger têkoşîna nebe wê ev polîtîka dewam bike.

Ji ber vê yekê jî weke ku li şaredariyan hemûyî qeyûm hatibe bicihkirin, divê nerazîbûn were nîşandan.

Gelê Kurd bi awayekî domdar divê têbikoşe, li her derê xwedî li şaredariyên xwe derkeve.

Ev têkoşîn jî divê tevî hêzên demokratîk were meşandin.

Divê bi hêzên demokratîk re di nava tevgerê de bin.

Bi her awayî rê li ber qeyûman bigirin, wana felc bikin.

Me bandora vê têkiliyê li Wanê dît.

Li Stenbol, Îzmîr, Edenê û Mêrsînê Hêzeke mezin a Kurdan heye.

CHP bi dengên Kurdan şaredariyan bidest xist.

Ji ber vê yekê jî hêzên demokratîk ên li van bajaran bi hêsanî dikarin bixin tevgerê.