Meclisa Jinan a DBP’ê rapora atolyeya ‘Şerê taybet’ eşkere kir

Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk -DBP, rapora encama atolyeyên “Li dijî Şerê Taybet Hevdîtina Jinan” bi daxuyaniyekê eşkere kir.

DBP, li avahiya DEM Partî ya Çewligê civîna çapemenioyê pêkanî.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, û reveberên aptyiyê, Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî, aktîvîstên TJA tevli daxuyaniyê bûn.

Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî rapor xwend û got; Em bi 3 hezar û 200 jinan re axivbin. Hemû jinan diyar kir ku bingeha qeyranan polîtîkayên şerê taybet e.

Di dema xebatên atolyeyan de jî me dît ku, şerê taybet bingeha hemû pirsgirêkan e. Me dît ku di vê pergalê de, kujer tên veşartin, ser kuştinan û qikirinan tê girtin. Bi propagenyek dijwar, mijar tê guhertin.

Bêrivan bahîecî got ku, piştî sala 2015’an, li Kurdistanê destdirêjiya zayendî, hewldanên sîxûrtiyê, koçberiya bi darê zorê, xizantiya gel û bikaranîna amurên hişbir wek perçeyên polîtîkayên şerê taybet hatine zêdekirin.

Rejîma yekperest û faşîst li Kurdistanê herî zêde, êreîşî nirxên civakî dike û hewl dide ku civaka Kurd dîl bigire. Herî zêde jî, jinan dikine armanc. Jinan jî qir dikin

Li hemberî vê pergalê, Kurdistanê pêşengiya têkoşînê kir û ev têkoşîn heya niha jî berdewam dike.

Dise jî kireyarên qirêj bi dawî nebûne.

Desthilatdariya ku hewl dide li ser dagirkeriya bi şerê qirêj hebûna xwe bidomîne, di rêîşên tunekirinê de sionaran nasnake.

Wek jinên TJA, bi pêşengiya Meclisa Jinên DBP’ê, bi xebat û atoleyeyên xwe yên li navçe û navenda bajaran û li qadên herêmî, me li her qadên jiyanê rastiya polîtîkayên şerê taybet bi gelê xwe re, bi jinan re parve kir.

Di raporê de, rêbazên şerê taybet jî dibin 21 xalan de xalan de hatine rêz kirin û dibêje;
Li hemebrî van kiryarên ku di encama şerê qirêûj de derketine holê, divê avakirina Modernîteya Demokratîk misoger bibe.

Ev sistem wê rê li ber cihêkariya bloka faşîst bigire.

Divê hemû civak, li dijî siyaseta xizaniya ku tê xwestin ciuvakan dîl bigirin, bi taybetî ciwan, jin, karker û keddar bi civaka Kurd re bibin yek û têkoşîna xwee dijwer bikin.

Ev yekrêzî wê operasyonên derûnî û propagandyea derew û xapanindê jî berteref bike.

Di heman demê de, civak wê bi yekîtiya xwe û guhertina demokrtaîk, wê derfetên aboriya xwe baş bike, hem rê li

ber koçberiyê bigire û ehm wê tundî zilmê berteref bike.