Helin Umît; Êdî dema azadiyê ye

 

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît di bernameya taybet ya televîzyona Medya Haberê de axivî.

Hêlîn Ûmit çelekîyên li Koln û Elihê silav kirin û got;

Em di dema azadiyê de ne û divê em nekevin nava helwesteke ji vê paşvetir.”

Eger em bi israr hêza xwe li her qadê nîşan bidin,em ê karibin pergala qirkirina Îmraliyê parçe bikin.

Hêlîn Umît destnîşan dike ku divê pêngava azadiyê li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi çalakiyên dewlemendtir bidome û wiha dewam dike.

Divê li Tirkiyê jî înîsiyatîfa azadiyê pêş bikeve.

Li ser vê bingehê ez bang li rewşenbîrên Tirk û welatparêzên Tirk dikim.

Divê werê zanîn ku, înîsiyatîfa dewletê ji bo tasfiyekirinê ye.

Em jî dibêjin ji bo azadî û demokrasiyê înîsiyatîfa gel ava bikin.”

Helin Umît dibêje piştî 43 mehan bi Rêber Apo re hevdîtinek çêbû her wiha ev bi coş hat pêşwazîkirin û van tiştan dibêje:

Lê em dizanin ku li Tirkiyê tariyek heye, li hemebrî vê tarîtiyê, ji Imraliyê dengek bilind dibe. Bê guman divê em destên vî dengî xurt û bi hêz bikin.

Li Îmraliyê dixwazin, ne tenê paşerojên gelê Kurd, paşerojên hemû gelan tarî bikin.

Divê civakên li Tirkiyê vê qebûl nekin.

Niha careke din derkete holê ku bêyî fêmkirina rastiya Îmraliyê, rewşa siyasî û geşedanên li Tirkiyê û tarîtî nayên berterefkirin.

Ez dubare dibêjim; Ji bo azadî û demokrasiyê divê înîsiyatîfa gel bê avakirin.