Hiquqnasa Elmanî, Heike Geisweîd, yek ji 1500 parêzerên ku ji 30’î zêdetir welatî ji bo ku bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Dadê ya Tirk dabûn e.
Parêzer Heike Geisweid têkildarî tecrîda mutlaq ya li ser Rêber Apo û “Mafê hêviyê” ji ANF’ê re axivî û got;
Birêz Abdullah Ocalan 25 sal in di hucreya yek kesî de ye.
Êdî dem hatiye ku ev mijar werê çareser kirin.
Heike Geisweid bal dikişîne ser biryara “Mafê hêviyê”, ku di sala 2014’an de ji aliyê DMME’ ve hat dayîn û wiha dirêj dike:
Dewleta Tirkiyê, hem biryara DMME, hem xala 3mîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê dike.
Konseya Ewropayê û CPT bi qasî tê xwestin zext nekirin.
Yekîtiya Ewropa jî, ji ber têkiliyên siyasî û aborî xwe ji zextên li ser Tirkiyê dûr xist.
Raya giştî ya cîhanê nikare vê rewşê paşguh bike.
Heike Geisweid bal dikişîne ser rol û mîsyona Rêber Apo û dibêje:
Abdullah Ocalan ne tenê girtiyek e, di çareseriya pirsgirêka Kurd de xwedî roleke sereke ye.
Eger li Tirkiyê çareserî ji pirsgirêka Kurd re bê dîtin, ev yek tenê bi muzakereyên bi Abdullah Ocalan re pêkan e.
Ji bo vê jî azadiya Ocalan gelekî girîng e û jiyanî ye.”
Geîsweîd di dawiya axaftina xwe de balê dikişîne ser kanpanyaya ku 1500 parêzeran îmze kirin û xwestin biçin Îmralî jî û wiha bidawî kir:
Me got, Ocalan 25 sal in di girtîgehê de ye û yek ji girtiyên ku herî zêde di girtîgehê de maye ye.
Azadiya Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li herêmê jî gaveke jiyanî ye.”