“Li Îmraliyê berxwedaneke bi heybet, îradeya Rêber Apo ya bê hempa heye!”
Endama Komîteya Navendî ya PKK’Ê Hêlîn Umît di bernameya Taybet a Televîzyona Medya Haberê de bersiv da pirsên rojnamevan Serdar Eren.
Hêlîn Umît bi berfirehî li ser rewşa Rêber Apo Sekinî.
Diyar kir ku ji bo mirov rewşa Tirkiyeyê binirxîne, berî her tiştî divê pergala Îmraliyê were fêhmkirin.
Ji ber ku heta rastiya li Îmraliyê neyê fêhmkirin, rewşa siyasî û peşketinên li Tirkiyeyê jî nikare were nirxandin.
Me timî got; navenda esasî ya şerê sêyemîn ê cîhanê Îmrali ye.
Tişta ku derketiye holê eve; Li Îmraliyê berxwedaneke bê hempa ya Rêber Apo heye.
Rastiyeke netewdewleta Tirk heye ku neçare bi vê re rû bi rû bimîne heye.
Teqez divê bi vî awayî were dîtin.
Hêlîn Umît, destnîşan kir ku Rêber Apo Neteweya Demokratîk a Kurd afirand.
Lê belê gelê Kurd jî rastiyeke wisa ye ku Rêber Apo afirandiye.
Lêgerîna gelê Kurd a azadiyê, xwerêvebirinê; di rastiyê de şekil da Rêber Apo.
Vî qasî êriş li ser gelê Kurd tê meşandin.
Li cîhanê welatekî din tineye ku bi vî awayî tê birêvebirin.
Welatekî wisa ye ku weke laboratuwarekê hatiye damezrandin.
Tirkiye bûye navendek ku kapîtalîzm serî de Kurd, polîtîkayên xwe yên li ser rojhilata Navîn birêve dibin.
Ji ber vê yekê jî gelê Kurd bi polîtîkayên cûre bi cûre re rû bi rû ne.
Lê tevî vê yekê jî, gelê Kurd yek gavekê jî paj de navêje.
Ev jî faktoreke ku bi pergalê gav paşde dide avêtin.
Di dewama nirxandinên xwe de Hêlîn Umît, diyar kir ku hat dîtin di vê pêvajoyê de jî em bi têkoşînê dikarin nefesê bigrin.
Her kes divê li Îmraliyê binêre û bibîne bê ka li Tirkiyeyê mafê azadiyê û mirovan heye an na!
Li Îmraliyê çi rêbaz hebin li ser gelê Kurd jî heman rêbaz têne meşandin.
Ku em têbikoşin, li her qadê hêza xwe nîşan bidin û paş de gav neavêjin em dikarin pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê rawestînin.
Ji ber wê yekî jî me got êdî dema azadiyê hatiye.
Em di serdema zadiyê de ne, yek gavek jî jê paş de navêjin.
Bi muhtackirina hevdîtinekê em dest jê vê îdiaya xwe bernadin.
Li dijî înîsiyatîfa dewletê ya tasfiyeyê, divê em jî bibêjin ji bo azadî û demokrasiyê înîsiyatîfa gelan…
Divê ji bo azadî û demokrasiyê em jî înîsiyatîfa gelan ava bikin.
Helîn Umît di vê çerçoveyê de bi van gotinan jî meş û mitînga li Kolnê nirxand.
Bi rastî li Kolnê hevdîtineke gelan çêbû.
Hema piştî hevdîtina bi Rêber Apo re pêkhatina vê meş û mitîngê gelekî bi wate ye.
Rastiyek heye ku bersiv dide peyama Rêber Apo, ango nîşan da ku piştgiriyeke mezin da Rêber Apo.
Nîşan da ku bi pêngava gerdunî ya azadiyê re, tevgera civaka me xwe nû kiriye.
Hat dîtin ku divê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyên cihêreng werin afirandin.