Jinên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê diyar kir ku aştî û çareserkirina aloziyan bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û diyar kir ku ew ê mîna Rêber Abdullah Ocalan li ber xwe bidin ta ku azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin.
Desthilata Tirk pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne. Daxwaznameyên hevdîtinê yên malbat û parêzeran jî bê bersiv dimînin.
Jinên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê sûcên li dijî Rêber Abudllah Ocalan tên kirin, şermezar kirin û diyar kir ku berdêl çi dibe bila bibe, ew dev ji rêya wî bernadin.
Gulê Mûsa der barê mijarê got: “Em dixwazin aştî, azadî pêk were û em mafên xwe bi dest bixin. Lê ev tenê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêkan e. Ew serokê aştiyê ye.”
Gulê diyar kir ku dewleta Tirk neheqiyê li Rêber Abdullah Ocalan dike û got: “Wî ji bo me gelekî xebat û fedakarî kir. Divê ji gelê xwe neyê dûrxistin. Ev bêheqî ye. Ew her tim banga aştiyê, edaletê û wekehviyê dike.”
Mejdulîn Miho jî behsa pergala îşkence û qirkirinê ku 26 sal e dewleta Tirk li Rêber Abullah Ocalan pêk tîne kir û wiha axivî: “Nahêle rêberê me bi malbat û parêzeran re rûne. Em van kiryaran şermezar dikin. Her û her daxwaza azadiya wî ya fîzîkî bikin.”
Mecdûlîn destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan teqez dê aştiyê bi xwe re bîne û ev li gotinên xwe zêde kir: “Em baş dizanin ku heke rêberê me serbest bê berdan, şer dê rawestin û alozî bi dawî bibin. Hêza wî li ser vê yekê heye.”
Henîfe Îsa Xelîl jî îşaret pê kir ku heta Rêber Abdullah Ocalan azad bibe, berxwdan dê berdewam be û got: “Mîna Rêberê me ji bo azadî û xilasiya me li ber xwe dide em ê jî heta dilopa xwîna dawîn li ber xwe bidin. Em ê layîqî fedakarî û berxwedana wî bin. Em wî bi tenê nahêlin û dev jê bernadin. Her tim li ser şopa wî bin ji ber ku aştî bi ramanên wî ve girêdayî ye.”