Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), bi daxuyaniyeke nivîskî desteserkirina şaredariya Dersim û Pulurê şermezar kir.
KCDK-E, destnîşan kir ku bi desteserkirina îradeyê re rasterast sîstema hevserokatî hedef tê girtin û ji bo çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî, banga tevlîbûnek aktîf ji bo çalakiyan kir.
Weke KCDK-E, em ji bo çalakiyên 25’ê Mijdarê ya ku wê di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) de li her derê Ewropayê pêk were, li dijî rejîma dagirker a ku îrada jinan dike hedef, banga tevlîbûneke aktîf ji bo çalakiyan dikin.”