Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi parlamenterên Meclisa Ewropayê re civiye û mijarên siyasî, mirovî, aborî û ewlehiyê yên li herêmê û xetereya DAIŞ`ê û êrişên domdar ên dewleta Tirk nîqaş kirin.
Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji nûnerê rêveberiyê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer û nûnerê rêveberiyê li Fransyaê Kerîm Qamar pêk tê 26`ê Mijdara 2024`an li avahiya Meclisa Ewropayê ya li bajarê Strasburgê yê Fransayê bi parlamenterên Meclisa Ewropayê; Andreas Scheider, Danilo Della Valle, Leoluca Orlando, Cecilia Strada re civiya.
Her du aliyan di civînê de, nêrînên der barê rewş û geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser li astên siyasî, mirovî, aborî û ewlehiyê, xetereya DAIŞ`ê ya ku vê dawiyê dîsa çalak bûye û xwe ji nû ve birêxistin dike hatin nirxadin.
Şaneyda Rêveberiya Xweser bal kişand ser encamên şerê di navbera Îsraîl, Hemas û Hizbullanê de li ser rewşa li herêmê, êrişên domdar ên dewleta Tirk û hedefgirtina binesaziya herêmê, stasyonên kehrebeyê, gaze, avê, saziyên sivîl û xizmetguzariyê.
Şandeyê diyar kir ku êrişan rewşa mirovî ya li herêmê aloztir kiriye nemaze ku zêdetirî milyonek kes ji ber êrişan bê kehrebe ma û bi sed hezaran jî bê av in û di peydakirina gazê de zehmetiyan dikişînin.
Şandeyê anî ziman ku êriş û encamên wê dibe sedem ku koçberiya ber bi Ewropayê ve dîsa dest pê bike.
Her wiha şandeyê got êrişên dewleta Tirk ewlehiya herêmê têk dibe ku ji bo DAIŞ`ê firsendeke da ku xwe ji nû ve bi rêxistin bike.
Şandeya Rêveberiya Xweser got divê hêzên navneteweyî berpirsyariyên xwe bi cih bînin, piştgiriya Rêveberiya Xweser li ser tevahî astên siyasî, mirovî, aborî û leşkerî bikin ji bo ku bikare li hember xetereya DAIŞ`ê bi sekine û rê li pêşiya pêlên koçberiya komî bigire.