200 xwendekar ji Helebê gihiştin Qamişlo

200 xwendekarên ku li Helebê dixwendin bi awayekî ewle gihiştin bajarê Qamişloyê.

Komeke Xwendekarên ji pêkhateyên Suryan û Ereb ku ji 200 kesî pêk dihat danê êvarî bi awayekî ewle ji Helebê gihiştin Geraca Enteriyê ya li bajarê Qamişlo.

Beriya ku koma xwendekaran bighêje geracê, malbat û xizmên wan, bi saetan li hêviya hatina wan bû.

Wexta ku bas gihiştin geracê 200 xwendekarên ku bi alîkariya Rêveberiya Xweser bi awayekî ewle derbas bû bûn, gihîştin malbat û xizmên xwe.

Ji ber serweriya çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ya li piraniya taxên Helebê hejmarek mezin a şêniyên taxê koçber kirin.