CDK-S û YJK-S bang li civaka navneteweyî kirin

 

Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsre (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsre (YJK-S), bi daxuyaniyek bang li detshilatdariya Swisre û dewletên YE Ewropa ku rê li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker bigirin.

CDK-S û YJK-S gotin; Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye, , hîmên vîzyona Sûriyeyeke demokratîk daniye.

Ev modela demokratîk, bi hewldanên kolektîf yên Kurd, Ereb, Ermenî, Suryanî-Asûr, Tirkmen, Çerkes, Sûnî, Şîa, Elewî hatiye anîn.

Lê dewleta Tirk a dagirker, bê perwa timî êrîşî vê herêmê û gelên herêmê dike û komkujiyan dike.

Divê dawî li êrîşkariya Tirk bê anîn.

Jİ bo rawestandina êrîşên leşkerî, êrîşên hewayî û êrîşên çeteyên Tirkiyeyê pêdivî bi tevgerek ciddî ya navnetweyî heye.

CDK-S û YJK-S bal kişandin ser rewşa koçberan û banga alîkariyê jî kirin û gotin:

Ji bo piştgiriya bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye û parastina modela Sûriyeyeke demokratîk divê civaka navneteweyî bi lezgînî bikeve nava liv û tevgerê.”