Meclisa Gel a bajaroka Girbawiyê ya Qamişloyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo piştgiriya QSD’ê 3 tabûr ava kirine.
Daxuyanî ji aliyê endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Edla Mecîd ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de berxwedana QSD, YPG û YPJ’ê hat silavkirin û wiha hate gotin:
“Emê di çarçoveya beşdariya seferberiyê de li kêleka berxwedana QSD, YPG û YPJ’ê bisekinin.
“Em avakirina 3 tabûrên di bin sîwana HPC’ê de radighînin û diyar dikin ku her tim em ê xwe li ser esasê parastina cewherî biparêzin û dagirkeriyê têk bibin.”