Hevserokê Giştî yê Partiya Mirovahî û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya ji ANF’ê re axivî.
Kaya diyar kir ku bala hemû Kurdan li ser Rojava ye û wiha got:
“Destketiyên li Rojava encama têkoşîn û berxwedanê ye.
“Kurd ji pêvajoyên giran derbas bûn û gihiştin vê astê.
“Ji bo parastin û mayîndekirina van destkeftiyan divê hewldaneke mezin were dayîn.
“Ji ber vê yekê divê deskeftiyên gelê li ser her tiştî û berjewendiyên her kesî bê girtin.
“Jibîrkirina van destkeftiyan ku bi berdêlên mezin hatin qezenckirin, wê bibe xeletiyek mezin.”