Di çarçoveya bersivdana banga Rêveberiya Xweser li taxa Xebatkar a Kobanê şêniyan tabûra şehîd Têkoşer ava kir
Têkildarî bersivdana banga Rêveberiya Xwesere Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya seferberiyê, ta niha gelê Kantona Firatê gund, bi gund û tax bi tax li gorî wê tev digerin.
Şêniyên taxa şehîd Xebatkar di vê çarçoveyê de bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê bi avakirina tabûra şehîd Têkoşer tev li seferberiyê bibin. Endamê tabûrê Îsmaîl Elî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em wek gelê taxa şehîd Xebatkar tabûra şehîd Têkoşer radighînin. Em ji bo gelê xwe, ax û bajarê xwe tev li seferberiya Rêveberiya Xweser dibin. Em jî deyndarê gel û şervanên xwe ne. Li ku derê bê xwestin em hazir in.”
Di daxuyaniyê de berxwedana şervanan li Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê hate silavkirin û hate diyarkirin ku gelê herêmê bi avakirina tabûran dê herêmên xwe biparêze û piştgiriya şervanên li eniyên şer bike.