Rewşa Tirkiyeyê ya li Sûriyê weke “dagirkerî” û “gardiyantiyê” destnîşan kir û got;
“Niha çavberdaye çavkaniyên aboriya rojava, hewl dide bidest bixe, nebe jî bi êrişan hildweşîne.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di bernameya Taybet a Medya Haberê de, li ser rewşa Rojhilata Navîn, Rojava û Sûriyê nirxandinên girîng kirin.
Dûran Kalkan, rewşa dawî ya li Sûriyê û rêyên çaraseriyê nirxand.
Hêza Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke model ji bo çareseriyê pêşniyaz kir;
Heta niha li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê niqaş têne kirin.
Halbûkî li Sûriyê hêzeke dagirker heye, ew jî dewleta Tirk û desthilata AKP’ê ye.
Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê weke navçeyekî Tirkiyê birêve dibin.
***********Dublaj***************