Arîkara Serokê Koma Partiya Komunîst a Fransayê ya Meclisa Şaredariya Parîsê Raphaelle Primet têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd de axivî.
Raphaelle Prîmet got ku, tecrîda li ser Abdullah Ocalan binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.
Tirkiyê li hemberî biryara DMME jî, di vî sucî de israr dike
Di heman demê de, “mafê hêviyê” binpêdike.
Raphaëlle Primet bal kişande ser banga serokê giştî yê MHPê Dewlet Bahçelî û got;
Birêz Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdistanê şexsiyetek dirokî û pêşeng e.
Bêguman, bandora kampanya ji bo azadiya Ocalan heye.
Ji bo vê jî, divê kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî” bi xurtî berdewam bike.
Divê zextek mezin li desthilatdariya Tirkiyê bê kirin ku gavên şênber biavêje.
Divê demildest, PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin û ststukoya Kurdan bê qebûl kirin.
Raphaëlle Primet bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên paramîlîter û got;
Ev êrîş, tenê li dijî gelê Kürd nînin, li dijî hemû gelên Rojava û rêveberiya xweser ya demokratîk e.
Li dijî demokrasi û nirxên hatine avakirin e.
Frensa jî, di 2 komkujiyên li Parîsê hatin kirin de sucdar e.
Divê desthilatdariya Frensa sucdarên her du komkujiyan eşkere bike û bi darizandinek adîl wan cêza bikr. .