Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin ku dixwestin çeka obusê bi kar bînin.
27’ê Çileyê de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.Û kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sekvaniyê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
29’ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
30’ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
30’ê Çileyê li Herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanaê ya Şêlazê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Di navbera 28-30’ê Çileyê de li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Xinêreya Jor, Berbizinê, Goşînê 3 caran, li Herêma Garê qadên Dêreşê, Deşta Kafya, Kanî Sarkê, Ergenê û Zêvkê 9 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Bêşîlî 2 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Amediyê 5 caran; bi giştî 19 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
28’ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 9 caran bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.”