Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat got “Daxuyanî divê bi dîmen be, tecrîd divê rabe

 

Besê Hozat, di bernameyeke taybet ya televîzyona Medya Haber de axivî û wuha got:

“Wezareta Edaletê ya Tirk dûrî ciddiyetê diaxive.

“Dibêje, nabe ku daxuyaniya Rêbertî bi bi dîmen be.

“Em vê nêzîkatiyê bi tundî red dikin û bi ti awayî qebûl nakin.”

Hozat diyar kir ku tecrîd û îzole kirina Rêber Apo dewam dike û wiha pêde çû:

“Gelo hûn lîstikan dilîzin, hûn dixwazin çi bikin?

“Dibêjin daxuyaniya bi dîmen ne li gorî mewzûatê ye, gelo daxuyaniya nivîsî li gorî mewzûatê ye?

“Gelo rast e ku Rêber Apo, di mercên tecrîdê de daxuyaniyê bide?

“Bandora daxuyaniya di nava tecrîdê de bê kirin wê çi be?

“Ez ji Wezîrê Edaletê dipirsim;daxuyaniya Rêber Apo ya di nava mercên tecrîdê de li mewzûat û hiqûqê tê yan na?

“Bila bersivê vê pirsê bidin.”

“Divê mercên Rêber Apo bêne guhertin, bêne baş kirin.

“Divê tecrîd bi temamî ji holê bê rakirin.

“Divê Rêber Apo azad be, bê berdan.

“Divê di nava mercên azad û guncaw de kar bike û bi rola xwe rabe.

“Eger dixwazin şer raweste, veguherîna demokratîk werê ava kirin, divê Rêber Apo azad be.”