Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê sererastkirinên qanûnî û hiqûqî bên kirin

 

Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar, di civîna gel ya “Aştî û Civaka Demokratîk” de, li Dersimê axivî û got;

Di banga aştiyê de li şûna çekê demokrasiyê, li şûna nîjadperestiyê civaka demokratîk û li şûna siyaseta înkarê ya dewletê jî balê dikişîne ser siyaseta demokratîk.

Pêdivî bi demokratîkbûneke ku hemû gel û bawerî bi zimanê xwe yê dayikê diaxivin, fikrên xwe bi eşkereyî dibêjin heye.

Divê em pir xurt xwedî li demokrasiyê derkevin.”

Eger dewlet, di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de, dixwaze, divê dev ji siyaseta înkarê berde.

Divê sererastkirinên qanûnî û hiqûqî bike.

Banga Rêber Abdullah Ocalan pîvaneke diyarker e û înorên Tirkiyeyê derbas kir.

Êdî dora desthilatdarî, muxalafet û dewletê ye, divê ew jî gavên şênber biavêjin.

Çîgdem Kiliçgun Uçar herî dawî got: Banga birêz Ocalan ji bo hemû gelan, hemû partiyên siyasî, derdorên civakî re ye. Divê ev pêvajo ji înîsiyatîfa kesekî re, tenê ji desthilatdariyê re neyê hiştin.

Divê em teva, herkes bi berpirsyartiya xwe rabin.