Profesorê Dibistana Zanistên Civakî ya Parîsê û Pisporê Rojhilata Navîn Hamît Bozarslan, li ser banga Rêber Apo ji ANF’ê re axivî.
Bozaslan bal kişande ser van xalan:
“Pirsgirêka Kurd bandorê li paşerojên Tirkiyeyê, Suriye, Iraq û Iranê dike.
“PKK’ê û Abdullah Ocalan, li ser zemînekî dîrokî derketin holê.
“Sazîbûna siyaseta Kurd ew gav bi gav kirin xwedî karakterekî gerdunî.
“Hem çanda Kurd kirin xwedî çêkereke zindî, hem tevgera jina Kurd kirin parçeyekî ji vê guherîna gerdunî.”
Hamit Bozarslan li ser banga Rêber Apo jî rawestiya û wiha got:
“Rejîma Tirkiyê ya înkarger neçar ma ku Ocalan meşrû bibîne.
“Êdî her kes qebûl dike ku aktorê çareseriya pirsa Kurd Ocalan e.
“Êdî tu kes nikare meseleya Kurd înkar bike.
“Mixabin Erdogan û Wezareta Parastinê ya Tirk hîna zimanê terorê bikartînin.
“Lê Serokê parlamentoiyê Numan Kurtulmuş û Bulnet Arinç,meseleya Kurd qebûl kirin.
“Di nava desthilatdariyê de jî guhertin hene.
“Di gotinên Bahçelî de jî guhertin çêbûne.
“Yanî pêşketin hene, lê hîna siyaseteke dewletê nîne ku meseleya Kurd rewa qebûl bike.
“Di vê pêvejoyê de tiştekî teqez nîne.
“Meseleya herî krîtîk, parastina Rojava û pêkanîna ewlehiya statuya wê ye.
“Banga Ocalan rasterast ji bo PKK’ê û hêzên çekdar yên girêdayî wê ye.”