Sala 1992’an dewleta Tirk li Kurdistanê hemû Newroz qedexe kirin.
Lê Gelê Kurdistanê bi taybetî jî li Cizîr û Nisêbînê gel qedexe nas nekirin û agirê Newrozê geş kirin.
Dewleta hov êrişên gran birin ser gel û komkujî pêk anîn.
Li hemberî van êrişên hov keça ciwan Rahşan Demîrel bû sembola Newrozê…
Roja 21’ê Adara 1992’yan li keleha Kadîfekalê ya Izmîrê xwe veguherand agirê Newrozê.
Bi nameya li pey xwe hişt wiha digot Rahşana serhildêr;
Ez xwe dikim Newroz.. Armanca min ew e ez welat bikim Newroz.
Xwedê emrek dirêj bide serokê me ku Kurdistanê azad bike.
Her bijî Newroza 21’ê Adarê ya serfirazî û serkeftinê.
Ji bo Rehşan Demîrel li ser gora wê bîranîn hat lidarxistin.
Bi sedan kesî serdana gora Rahşan Demîrel kir û kulîlk danîn ser.
Dayîka Rahşan Demîrel Emine Demirel li vir axivî û wuha got: