Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) li Mersînê bi dirûşma “Em li Ser Aştî û Civaka Demokratîk Diaxivin” civîn pêkanî.
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş, di çalakiyê de axivî û got; Ji bo avakirina civakek demokratîk têkoşina me dewam dike.
Pirsgirêka Kurd dikare bi diyalogê were çareserkirin.
Rêber Abdullah Ocalan banga çekberdanê li rêxistina xwe kir.
Divê ew mesele çareser bibe.
Em ji destpêkê heta niha piştgiriyê didin pêvajoyê.
Gelê Kurd, Tevgera Kurd gavên ciddî avêtin. Divê detshilatdarî û dewlet jî gavên ciddî bavêje.
Meral Daniş Beştaş, bal kişande ser operasyonan û got; Eger operasyon dewam bikin, PKKe wê çawa kongreya xw epêkbîne û gel wê çawa baweriyê bi dewlet û detshilatdairyê bîne?
Aktorê siyasî yê ku dikare vê pêvajoyê çareser bike, tecrîdkirî ye.
Divê Birêz Abdullah Ocalan, di rewşeke azad de bikare fikrên xwe yekser parve bike.
Mijara herî girîng, mercên xebatê yên azad in. Muxatabiya pêvajoyê tenê bi partiya desthilatdariyê re bisînor nîne.
Divê hemû hêzên demokratîk jî tevli pêvejoyê bibin. Razîkirina hemû civakan girîng e
Em bi perspektîfa neteweya demokratîk nêzî vê meseleyê dibin. Li her çar aliyên Tirkiyeyê em jiyana hevpar diparêzin.
Çareseriya pirsgirêka Kurd, di ser şerên navxweyî re ye. Divê li dijî vê banga mezin, aştiyê birêxistin bikin.
Ji bo aştiyê peywireke mezin dikeve ser milê her kesî.
Hevdîtin, bi pirs û bersivan bi dawî bû