Rewşa Siri Sureya Onder giran bû

Endamê heyata Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder şeva 15’ê Nîsanê qirîza dil derbas kir.

Onder ameliyateke giran ya 12 seatan derbas kir.

Tedawiya Onder a li beşa venêrina tund di roja 13. de didome.

Di rewşa wî de ti guhertin nîne û stabîl e.

Nexweşxaneya Florence têkildarî rewşa dawî ya tenduristiya Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

Mixabin tabloya norolojîk a Birêz Sirrî Sureyya Onder her ku diçe xerab dibe.

Em niha di qonaxeke din a xetere de ne.

Refleksa nexweşê me zeîf bûye, werma mejî didome.

Metirsiya li ser jiyana wî her ku diçe zêde dibe.

Lê belê em tedawiyên xwe bi sebreke mezin didomînin.