Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê azadiya Abdullah Ocalan misoger bibe

 

Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê li eywaneke dawetan a navçeya Peyasê 6mîn Kongreya Awarte lidarxist.

Piştî rêzgirtinê, Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz axivî û got; Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ta Rêber Apo riya çarseriyê vekiriye Azadiya gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan nêz e.

Piştre jî peyama girtiyên jin ên li Girtîgeha Amedê hate xwendin û kongre silav û pîroz kirin.

Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray, Hevşaredarê Amedê Dogan Hatun beşdar silav kirin û serketin xwestin.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî axivî û got; Di bingeha hemû pirsgirêk û neheqiyan de neçareserkirina pirsgirêka Kurd heye.

Di vê pêvajoyê dîrokî de tiştên girîng dikevin ser milên her kesî.

Divê dewlet û detshilatdarî demildets operayonên leşkerî bidê rawetsnaidn, zimanê gefan tek bike û mercên aktorê sereke yê çareseiryê Birêz Abdullah Ocalan baş bike.