Şandeya KNK’ê,çû serdana partiyên li Rojava û derbarê konferansê de hevdîtin kirin.
Şande di destpêkê de çû serdana Meclisa Gelan a Demokratîk û Rêveberiya Kantona Cizîrê.
Piştre, çû serdana Kongra Star
Piştî hevdîtinan şandeyê destnîşan kir ku, wan di serdanan de, li ser girîngiya pêkanîna “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” axivî ne.
Şandeyê got ku, ev serdan giring in û ew ê heta 30’ê Nîsanê, serdana partî û saziyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.