1’ê Gulanê li 50 navendên Swîsreyê bi coş hat pîrozkirin

Pîrozbahiyên Zurih, Basel û Solothurnê ku 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî tê pîrozkirin, di saetên serê sibehî de dest pê kir û heta êvarê dewam kir.

Rêxistinên Kurdistanî jî, bi rengên xwe tevlî pîrozbahiyan bûn û Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo bibîrxistin.

Li Zurihê, Dem-Kurd jî di nav de, zêdetirî 60 rêxistin li qada Unî Menosê, 1’ê Gulanê pîroz kirin.

Hate diyar kirin ku çelekiyên 1’ê Gulanê li Zurîhê wê 3 rojan dewam bikin.

Li payîtext Bernê jî, bi hezaran kes, li Qada Langgasse kom bûn û heta Parlamentoya Federal m

eşiyan.

 

Li Bellinzonê jî, girseyek qerebalix, li stasyona trenê ya navendî kom bû û heta bi ber Parlamentoya Kantonê meşiya û bi mitingekê 1ê Gulanê pîroz kir.

Kurdistaniyên ku tevlî pîrozbahiyan bûn, pankarta ku gotina Rêber Apo “Israra di sosyalîzmê de israra di mirovahiyê de ye” hilgirtin û diruşme berz kirin.

Li bajarê Cinevê jî, girseyek qerabalix, li çaryana Boulevard James-Fazy kom bû û heta Parc des Bastionsê meşiya û miting kir.

Di mitingê de Kurdan bi alên netweyî cih girtin û li qada mitingê stand danbîn.

Li bajarê Aaaru jî, girsyeke qerebalix li stasyona trenê ya navendî ya Bruxê kom bû û heta bi Altstadê meşiya û miting kirin.