Navenda Giştî ya DBP’ê, li ser hesabê xwe ya X’ê, êrişa li dijî Ozgur Ozel şermezar kir û xwest ku faîlên êrişê û kesên piştgirî dane êrîşkar werin cezakirin.
DBP’ê wiha got:
“Armanca vê êrişê û zîhniyeta tarî ya li pişt vê êrişê ne tenê birêz Ozel e.
“Êriş, di heman demê de provakasyonek e li dijî daxwazên aştî, xwişk-biratî û pêkvejiyanê ye.
“Mirovên birûmet ên vê xakê, wê li hemberî tu senaryoyên qirêj, serî netewînin û dev ji têkoşîna aştî û demokrasiyê bernadin.
“Em careke din ji birêz Ozgur Ozel re dibêjin derbasî be û dixwazin ku faîlên vê êrişê û piştevanên wan li pêşberî edaletê hesab bidin.”