Çavkaniyên heêrmî ragihandin ku Hêzên artêşa Tirk a dagirker, beriya çend rojan li Dêrsimê operasyonek berfirah dane dest pê kirin.
Heman çavkaniyan got, operasyona hêzên artêşa Tirk a dagirker, li herêma Alîbogazî ya li sêgoşeya navçeyên Pulur, Xozat û Çemîşgezek her diçe berfireh dibe.
Hê jî konvoyên leşkerî ber bi herêma operasyonê ve diçin û dem bi dem herêm tê topbaran kirin.