Heya ku banga aştiyê pêk bê em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Jinên ji bajarê Dirbêsiyê û kantona Efrînê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mercê bingehîn e ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde û got “Heya ku banga aştiyê bi pratîkî pêk bê, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Rêberê Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bangeke dîrokî ji bo aştiyê kir, lê heta niha dewleta Tirk a dagirker tu gav navêtin û êrişên wê berdewam in. Der barê mijarê de jinên ji Efrîn û Dirbêsiyê ji ajansa me re axivîn.

Hindiye Bekir wiha got: “Em sersaxiyê ji malbat û hevalên Sirri Sureyya Onder re dixwazin. Em wek jin û gelê Rojava gelek hêviyên me yên mezin hene ku banga aştiyê li ser rûye erdê pêk were. Sirri Sureyya Onder jî ji bo vê yekê gelek ked daye. Banga Rêber Abdullah Ocalan hîna ji aliyê dewleta Tirk ve bi awayekî cidî nehatiye dîtin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mercê bingehîn e ji bo pêkanîna aştiyeke mayîndeHeya ku banga aştiyê bi pratîkî pêk neyê, em dev ji têkoşîna xwe bernadin.”

Cîhan Derwîş jî ji tevahî gel re sersaxî xwest û di şexsê Sirri Sureyya Onder de tevahî şehîdên doza azadiyê bi bîr anîn û wiha got: “Sirri Sureyya Onder di nava heyeta Îmraliyê de cih digirt û ji bo pêkanîna banga Rêber Abdullah Ocalan xebat bi hevalên xwe re dabû destpêkirin. Rêber Abdullah Ocalan da ku pirsgirêkên heyî li Rojhilata Navîn, Tirkiyê û şer û aloziyên heyî bi dawî bibin banga aştiyê kir. Lê belê 2 meh derbas bûn, lê dewleta Tirk tu gavên cidî neavêtine. Ji bo aştî pêk were di destpêkê de divê azadiya Rêber Abdullah Ocalan a fizîkî mîsoger bibe. Li hemberî tecrîda heyî divê em bêdeng nemînin. Em ê ji bo pêkanîna aştiyê tê bikoşin.”

Esmehan Ehmed, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Hîna tecrîd berdewam e. Projeya ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye projeya aştî û wekheviyê ye. Rêber Abdullah Ocalan banga aştiyê kir, divê ev bang li ser rûye erdê pêk were da ku aştî û wekehî pêk werin. Rêber Apo, ne tenê Rêberê gelê Kurd e, rêberê mirovahiyê ye, divê her kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rabe ser pêyan. Em ê heta Rêber Apo bi fîzîkî di nava xwe de dibînin li ber xwe bidin.