Saziyên Zimanê Kurdî û platforma Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê,starta çalakiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku heta zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û fermî bibe, wê têkoşîna gel dewam bike.
Parlamenter Mehmet Zekî Îrmez û gelek kesan destek dane daxuyaniyê.
Li ser navê saziyan, endamê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akıl daxuyanî xwend û got;
“Bi dehan sal e hebûn û nasnameya gelê Kurd tê înkarkirin
“Dema kelepçe li zimanê gel hatibe xistin,li dîroka gel qeyd û kelepçe hatiye xistin.
“Îsal jî bi bona 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, em bi şiara Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî li qadan e.
“Em ê mal bi mal,parastin û pêşdebirina zimanê kurdî bikin.
“Divê statuya zimanê Kurdî bê naskirin, zimanê kurdî fermî bibe û mafên gelê Kurd bê mîsoger kirin.”
Piştre Parlamenter Mehmet Zekî Îrmez axivî û got;
“Gelê Kurd, ji bo parastina zimanê xwe têkoşîneke mezin da.
“Mixabin polîtikayên bişaftinê dewam dikin.
“Emê jî li hember vê têkoşîna xwe dewam bikin.”