Atakan Mahîr bi tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê ya 25 slaan bi wêrekî û fedakariyeke mezin ji Dersimê ta bi Başûrê Kurdistanê li gelek qadan peywira xwe bi cih anî. Li ser pêdiviyên têkoşîna şoreşger li qadên leşkerî, siyasî, îdeolojîk û civakî bêyî ku ti cihêtiyê bixe nav wan de hemû peywirên xwe bi serkeftineke mezin bi cih dianî.
Hevalê me Atakan ji roja ku tevlî nav refên gerîla bûyî ve, ji hêla îdeolojîk, siyasî, leşkerî û rêxistinî ve xwe xurt kiribû. Bi rêxistiniya xurt û hêla xwe ya îdeolojîk a xurt li hemû qadên ku lê peywirdar bû bûye hêzeke mezin a çareseriyê û bi roleke pêşeng rabûye. Giringiya pêşengiyê ya ji bo têkoşîna şoreşger pir baş fêhm kiribû û ji bo vê jî, ji bo ku berpirsyariya xwe bi cih bîne her demê bûye xwedî hewldan û kedeke mezin. Hevalê me Atakan li devera ku lê bû ji nêz ve bi perwerdehiya hevalên me re peywendîdar bûye û ji bo ku hevalên me ji hêla îdeolîk û moral ve geş bibin bûye xwedî kedeke zêde. Bi karaktere xwe yê xwerû û dilnizm di dilê hevrêyên me de cihê xwe girtiye û hemû hevrêyan xwestiye ku pê re li heman qadê bixebitin. Bi hezkirina li hevrêyên xwe, bi coşa şoreşger û hîsa berpirsyariya zêde ya li bara jiyanê, ji bo hevrêyên me bûye navendeke girîng a dilkêşiyê. Bi van hemû taybetmediyên xwe kiriye ku hemû hevalên me, dostên me hijê bikin û hurmetê bidinê.
Felsefeya jiyanê û têkoşînê ya hevalê me Fermandarê Mezin Atakan her demê di têkoşîna şoreşê de wê bibe xetîre û rêya me ronî bike. Hişmendiya wî ya tûj a şoreşger, dilsoziya wî ya bi gel, Şehîd, hevrê û Rêbertî wê rêya rast şanî me bide. Hevrêiya bêhemap a heval Atakan, fedekarî, dilnizmî, coşî, hêza wî ya zêde ya ramanê û karaktere wî yê şoreşger ê bijarte her demê ji bo me wê bibe hêz û moral. Em hevrêyên heval Atakan, ji bo ku em peywirên şoreşgerî ku wî ji me re hiştine bi serkeftî pêk bînin, em soz didin ku em ê kêferateke mezin dikin û teqez em ê hesabê Şehîdan bipirsin.