Welatiyên navçeya Kelar a Germiyan diyar kirin ku armanca komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiholêrakirina xebata bi salan a ji bo aştiyê bû û gotin ku azadiya Ocalan li Rojhilata Navîn misogeriya aştiyê ye.

Bertekên li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya Ocalan zêde dibin. Welatiyên navçeya Kelar a Germiyan bi rêya ajans Rojnews bertekên xwe anîn ziman û daxwaza azadiya Ocalan kirin.

Welatiyê bi navê Serbest Celal bal kişand ser armanca komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan û got; “Armanca komployê jiholêrakirina xebata sedan salan a gelê Kurd bû. Lê, nekarin serketinê bi dest bixin. Xebata gelê Kurd bi peyamên Berêz Ocalan berfirehtir bû.”

Aştî Ehmed jî eşkere kir ku tez û fikrên Ocalan ji bo gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê peyamên aştiyê bûn û wiha axivî; “Welatên bi hêz ji bo berjewendiyên xwe li dijî aştî û aramiya herêmê, li dijî Rêber Apo dest bi vê komployê kirin. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e. Bi taybetî di vê qonaxa bi aloz a ku çend pîlanên navneteweyî ji bo alozkirina herêmê heyî, Rêveber Apo yekane kese bikare van pîlana pûç bike û aştiyê pêk bîne.”

Herwiha Mihemed Reûf ê ji Kelarê jî li ser heman mijarê wiha destnîşan kir; “Azadiya Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, belku ji bo hemû gelên herêmê girînge û gaveke ji bo misogerkirina aştiyê li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn. Herwiha peywendiya di nava gelan de zindî dike û dibe sedema başbûna rewşa wan.”