Di çarçoveya helwestên li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Bakurê Sûriyeyê de, îro bi hezaran welatiyên Girê Spî xwepêşandanek li dar xist. Di xwepêşandanê de rayedar û rûspiyên eşîrên herêmê û nûnerên meclis û saziyên sivîl beşdar bûn.

Xwepêşanderan wêneyên şehîd Sara Mistefa û pankartên bi nivîsên wekî “Ji dagirkeriya Tirkiyeyê re na”, “Em zarokên paşerojê ne, bihêlin em bi aştî mezin bibin û me nekujin” û “Bêdengiya navneteweyî kuştina zarokê me rewa dike” hildan.

Li ser navê eşîrên Ereb Şêx Mihemed El-Mehyûf, li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîd Etî, li ser navê Rêveberiya Xweser a Girê Spî Xelîl Ebdilkerîm û li ser navê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Hamid El-Ferec axivîn.

Axaftvanan êrîşên artêşa Tirk li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê û hedefgirtina welatiyên sivîl û zarokan û rojnamevanan bi tundî şermezar kirin. Her wiha bang li welatiyên herêmê kirin ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê hevgirtina xwe xurt bikin.

Di çalakiyê de şêxên eşîran û Yekitiya Rewşenbîran daxuyaniyên cuda xwendin û tê de bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdana xwe bikin û rê li pêşiya destdirêjî û hovîtiya artêşa Tirk a dagirker bigirin.

Çalakî bi dirûşmeyên li dijî dagirkeriyê û dilsoziya bi şehîdan û berxwedanê re bi dawî bû.

Di dawiya xwepêşandan û çalakiyê de xwepêşandêran berê xwe da konê sersaxiyê yê ji bo zarok Sara Mistefa ya 6 salî hatiye vegirtin û sersaxî ji malbata wê û pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê re xwest.