Dayika Siltan diyar kir ku tu carî lehengên wek Bêrîtan nayên jibîrkirin. Her wiha fermandariya YJA Starê jî got ku Bêrîtan li dijî îxanetê berdewama xeta Zarîfe û Besêyan e

Her jineke kurd a evîndara azadiyê bi lehingiya xwe destanên berxwedanê di rûpelên dîrokê de nivîsandin û bûn efsaneyên jiyanek bi rûmet. Yek ji van jinan jî gerîlaya bi navsnav Bêrîtan (Gulnaz Karataş) e. Bêrîtan 26 sal berê 25’ê cotmeha 1992’an de li başûrê Kurdistanê di dawiya şerekî dijwar de şehîd bû.

Bi minasebata salvegera şehadeta Bêrîtan de dayika şehîd Denîz Firat Siltan Yildiztan ku li wargeha Mexmûrê dimîne axivî û behsa bîranîna xwe ya bi Bêrîtan re kir.

Dayika Siltan di kesayeta Bêrîtanê de hemû şehîdên meha cotmehê yên Kurdistanê bibîranîn û wiha dest bi axafitna xwe kir: “Min cara yekê Berîtanê li Xakurkê nas kir. Em wek malbat ji ber zextên dewleta tirk ji bakurê Kurdistanê koçberî rojhilatê Kurdistanê bûn. Lê ji ber me nikaribû li wir jiyana xwe berdewam bikira, di sala 1991’ê de derbasî qadên gerîla Xakurkê bûn. Min Bêrîtan li wir nas kir.”

Di axaftina xwe de dayikê bal kişand ser fêdekariya Berîtan û wiha domand: “5 zarokên min hebûn.Tu tişt tune bû ku bidim zarokan. Lê ew fêdekariya hevala Berîtan ku bi min re kir heta ku ez sax bim qet ji bîra min naçe. Wê demê li qadên gerîla derfet gelek kêm bûn. Lê hevala Bêrîtan ji bo bidim zarokan hinek nanê hişk û ava firingiyan anî. Hevala Bêrîtan nanê xwe nedixwar dida hevalên xwe û zarokên min, ew cara yekê bû ku min gerîla ditîbû. Bi fêdekariya hevala Bêrîtan re girêdaneke min a mezin ji şoreşê re çêbû. Ev 27 sal e ku ez koçber im lê ew kêliyên ku min bi hevala Berîtan re derbas kir qet ji bîra min naçin”

‘Dê her dem di dilê me de be’

Dayika Siltan got ku ew piştî şehadeta Bêrîtan gelek hestiyar bûye û ev biyarê daye: “Piştî ku min agahiya şahdeta Bêrîtanê bihîst ez gelek xemgîn bûm û min ji hevalan re got ku hûn biçin ku derê em ê bi were werin. Piştî wê axafitna min bi çend rojan hevalan maşîne ji me re rêkir û em derbasî qada Zelê bûn. Keçek min a biçûk bi navê Çîçekê hebû. Wê demê nû dest bi axaftinê kir ji me re got dê êdî navê min Bêrîtan be. Bi rastî heval Bêrîtan hevalek pir jîr bû û her di nav liv tevgerê de bû.”

 Her wiha di dawiyê de dayikê diyar kir ku tu carî lehengên wek Bêrîtan nayên jibîrkirin û heta ku ew sax bin dê li ser rêya şehîdên xwe bin.