Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku aloziya li herêmê ancax bi fikrên Ocalan çareser bibe û da zanîn ku ji ber ji fikrê Ocalan ditirsin ji lewma peywendiya wî ya bi derve re bi temamî qut kirine û got, “Eger CPT nikare mafê Ocalan biparêze û hevdîtin pêre pêk bîne, wê demê erka wî çiye? Divê CPT, agahiyên zelal di derbarê rewşa Ocalan de bide. Ji ber tecrîdkirina Ocalan sûc e.”

Ji Tîrmeha sala 2011’an ve parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbata wî nikarin serdana Îmrali bikin û hevdîtin pêk bînin. Lê ji meha Îlona 2016’an ve jî tu agahî ji Ocalan ne hatiye girtin.

Endamê Komîteya Azadî Ji bo Ocalan û di heman demê de Hevserokê Bereya Demokrasiya Gel Dr. Kamûran Berwarî têkildarî sedemên tecrîdê û girîngiya Ocalan ji bo gelên herêmê ji Rojnews re axivî.

‘Bêyî fikrê Ocalan aramî pêk nayê’

Berwarî diyar kir ku Ocalan mîmarê aşitiya gelên Rojhilata Navîn e û wiha axivî, “Ocalan ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn xwedî fikir, îdeolojiye. Her wiha ji bo azadiya wan jî hem dixebite hem jî têdikoş e. Armanca ji tecrîdkirina Ocalan ewe ku fikrên wî li Rojhilata Navîn û Kurdistanê sernekeveye. Rêya yegane ya çareseriyên pirsgirêkên Rojhilata Navîn di fikir û felseya Ocalan re derbas dibe. Bêyî fikrên Ocalan aramiya li herêmê ne pêkane. Ji ber vê jî dewletên dagirker ji fikrên wî ditirsin û peywendiya wî ya bi gel, rêxistin û hêzên Rojhilata Navîn re qut dikin. Tecrîda li ser Ocalan û qutkirina peywendiyên li gel Ocalan dide nîşandan ku niyeta dewleta Tirk a çareserkirina pirsgirêka Kurd nîne.”

‘Divê CPT derbarê Ocalan de agahî bide’

Dr. Kamuran Berwarî dazanîn ku tecrîdkirina Ocalan sûce û bang li Komîteya Pêşî lê Girtina Êşkenceyê (CPT) kir ku erka xwe pêk bîne. Berwarî anî ziman ku Ocalan jî weke her girtiyekî mafê xwe yê hevdîtinê heye û got, “Qutkirina hevdîtina malbat û parêzeran ya bi Ocalan re sûc e. Ji ber her girtiyek mafê xwe yê hevdîtinê heye. Dewletên ku destê xwe di tecrîdkirina Ocalan de heye di ber jiyan û ewlekariya Ocalan de berpirsyarin.”

Berwarî bêdengiya Rêxistinên Mafê Mirovan a li hember rewşa Ocalan jî rexne kir û dazanîn ku ev rêxistinên dibêjin em mafê mirovan diparêzin girêdayî dewletanin û wiha dirêjî bi axaftina xwe da; “Rêxistinên Mafê Mirovan yên cîhanê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn erka xwe ya rast pêk nayênin û nikarin nûnertiya rasteqîne ya mafê mirovan bikin. Ev rêxistinên mafê mirovan girêdayî dewletanin, girêdayî dezgehên îstîxbaretêne. CPT jî yek ji van rêxistinaye ku nekariye di mijara Ocalan de roleke rast û bê alî bilîze.   

‘Rêxistinên Mafê Mirovan ne serbixwe ne’

Berwarii dide diyarkirin ku ti rêxistinên mafê mirov li ciihanê bi rast û dirust  nikarin nuneriya  mafê mirov ne li  Kurdistan ne jii li Rojhilata navîn bikin û wiha pêde çû: Rêxistinên mafê Mirovan û CPT di mijara Ocalan de xwe zelal nekirine. Eger CPT nikare parastina Ocalan bike û hevdîtin bi Ocalan re bike, wê demê parastina çi dike? Erka CPT ye ku bi Ocalan re hevditinê bike û têkildarî Ocalan raya giştî ya Kurd agahdar bike. Divê CPT herî kêm mehê carekê serdana Ocalan bike.”