Berxwedana dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, di roja 161mîn de dewam dike.

Li Başûrê Kurdistanê, bajarê Hewlêrê jî Nasir Yagiz, 148 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Li 67 zindanên dewleta Tirk jî 335 girtiyên azadiyê ji doza PKK û PAJKê 123 roj in, zêdetirî 7 hezar girtiyên azadiyê jî, ji 1’ê Adarê ve, 48 roj in, li tevahiya girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, di greva birçîbûnê de ne.

Li bajarê Fransa Strasbourgê, berxwedana 14 berxwedêran, di roja 122mîn de, li Brîtanya bajarê Newportê, Îmam Şîş jî, di roja 122mîn de dewam dike.

Piştî, ji zîndanê derketin Semra Akan 102 roj, Gurbet Ektîren 93 roj, Sedat Akin 90 roj, Ferdî Karabay û Îhsan Sînmîş 48 roj û Salih Tekin û Sevîcan Yaşar jî 45 roj in berxwedana greva birçîbûnê li mala xwe didomînin.

Hevseroka DBP Sebahat Tûncel û parlamentera berê ya HDP Selma Irmak, li Girtîgeha Kandira 93 roj in, li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan di greva birçîbûnê de ne.

Tevahiya berxwedêran dibêjin, heya ku tecrîda li ser Rêber Ocalan neyê rakirin, ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Kurdistaniyên li Ewropa jî berxwedana grevên birçîbûnê bi biryardariyek mezin didomînin.

Li Kanada bajarê Toronto Yusuf Iba, li Almanya bajarê Duisburgê jî Mûstafa Tuzak 96,
Li bajarê Hollanda Den Haagê Huseyin Yildiz 90, Hasbî Çakici jî 89,
Li Almanya paytext Berlînê, Şiyar Xelîl 83, Omer Bağdur û Cemal Kobanê 89, Ozkan Ozdemîr, 18 roj in
Li paytexta Avûstûrya Vienê Şivan Agaoglû û Sûltan Yîgît 76, li Swisre, Cinevê Mehmet Alî Koçak, 58 roj in,
Li Ingilîstanê paytext Londonê Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz 35 roj in,
Li Italya paytext Roma, Erol Aydemîr, 27roj in di greva birçîbûnê de ye.

Li Başûrê Kurdistanê jî,
Li Mexmûrê Fadile Tok jî 89 roj,
Li herêma Germiyan Kelarê Herêm Mehmûd 53 roj, endama tevgera Azadî Gulebax Celal jî 32 roj in,
Parlementera HDP’ê Dersim Dag û 5 endamên HDP’ê, li Amedê 45, Parlementerên HDP’ê Tayip Temel, Murat Sarisaç û 2 endamên HDP’ê, li Amedê, 41 roj in, de greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ne.

Berxwedana greva birçîbûna bêdem û bi dorveger Li Başûrê Kurdistan û Ewropa jî dewam dike.

Li Hewlêrê 148, Li Silêmaniyê 125, li Mexmurê 123,
Li Fransa, bajarê Strasbourgê, li ber Konseya Ewrupa û CPTê, 51 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Berxwedana girseyî li Strasbourgê, li ber Parlamena Ewropa, di roja 18mîn de dewam dike.