“Berxwedana Kobanê ku bi ruhê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi ser ket, ne tenê berxwedan û serfiraziya Kobanêyiyan e. Serfiraziya Kobanê ya li dijî DAÎŞ’ê û destekanên wê her wiha serfiraziya gelên cîhanê ye. Kobanê bajarekî hevpar ê cîhanê ye. Di avakirina jiyana azad û demokratîk de û parastina wê de berpirsyariya hemû gelên cîhanê heye. Êrîşa li ser Kobanê ya ku bi hevgirtin û desteka mezin azad bûyî, êrîşa li ser gelên cîhanê û hêzên demokrasiyê ye”