Gerîlayên HPG’ê Pêngava 15’ê Tebaxê nirxandin û destnîşan kirin ku îro jî li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê li ser xeta berxwedanê ya fermandarê nemir Egîd (Mahsûm Korkmaz) têdikoşin.

Gerîlayên Cenga Xabûrê Pêngava 15’ê Tebaxê ji ANF’ê re nirxandin.

Gerîla Seyît Diyar bal kişand ser çanda Egîdiyê ku bûye xeteke lehengiyê li Kurdistan û got, “Pêngava 15’ê Tebaxê di serî de li Rêber APO, li gelê Kurdistanê û gelê berxwedêr pîroz dikim. Em li hember keda şehîdên me bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û soza ku me dane wan bi avakirina Kurdistaneke azad dubare dikin.”

Pêngava 15’ê Tebaxê di nava gelê Kurd de weke çirûskekê rû da. Ew çîrûsk jî bû agir û volkanek ku her roj mezin dibe. Gelê Kurd tiyê azadiyê bû û her roj planên qirkirinê li ser dihate kirin. Lê belê bi saya Pêngava 15’ê Tebaxê gelê Kurd careke din zindî bû.

Di vê demê de bi ruhê Egîdan li herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê bi pêşengiya Serhedan ev xeta berxwedanê hatiye gurkirin. Ango wê ev ruh her tim li Kurdistanê de zindî be.

Hevalên me li zindanan çawa bi ruhê 14’ê Tîrmehê li ber xwe didin, em ê jî bi ruhê 15’ê Tebaxê şer bikin. Di Cenga Xabûrê de çawa ku hevrêyên me berxwedaneke dîrokî nîşan dan, dîsa hevrêyên me Çekdar û Kûrtay bi ruhekî fedayî bi ser dagirkeran ve çûn, di Pêngava Bazên Zagrosê jî çawa hevrêyên me artêşa Tirk li wir şikandin, her kesî ev ruh dît ku çawa bi egîdî şerê hebûn û serdemê hate birêvebirin.

Weke gerîla em ê şopdarê ruhê 15’ê Tebaxê bin. Heya em Rêberê xwe ji zindanê dernexin, heya Kurdistaneke azad em ê vî şerî bilind bikin û serketinê bi dest bixin. Êdî gelê Kurd ji ava azadiyê vexwariyê û wê dev jê bernede.”

‘ŞERÊ KURDÊN NÛJEN LI MAMREŞO Û ZENDÛRAYÊ BI ŞEMAL E’

Gerîla Bager Çekdar jî diyar kir ku dewleta Tirk ji vejîna gelê Kurd bawer nedikir, wisa texmîn dikir dikir ku êdî Kurd qediyane, lê pêngava 15’ê Tebaxê ev yek şikand. Gerîla Çekdar wiha nêrînên xwe parve kir: “Di serî de dîlên azadiyê, em berxwedana wan pîroz dikin. Çawa ew li zindanan li hember tecrîda girankirî berxwedaneke mezin raber dikin, em jî ji van çiyan dibêjin; em ê bi ruhê 15’ê Tebaxê heya azadiyê têbikşoin û şer bikin.

Bêguman pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd xwedî girîngiyeke mezin e. Dewleta Tirk a dagirker wisa nîşan dida ku gelê Kurd di qebran de hatine binaxkirin, lê derketina Rêber APO û bi taybetî despêkirina pêngava 15’ê Tebaxê vejînekî dîrokî da çêkirin.

Ew ruhê ku di 15’ê Tebaxê de derket îro li Herêmên Parastinê yên Medyayê di asteke bilind de didome. Nimûneyên herî berbiçav li Zendûra û Mamreşo derket pêş, ew qehremaniya hevalên me bi mehan hemû teknîka dewleta Tirk bi erdê re kirin yek, pûç kirin û angaşta gerîlayên serdemê dan diyar kirin. Em jî wek gerîla em ê şopdarên şehîdên xwe yên qehreman bin.

Em di salvegera 15’ê Tebaxê de Rêber APO, berxwedêrên zindanan û gelê me silav dikin. Em ê vê dozê bi ser bixînin.”

‘LI QADÊN ŞER RUHÊ EGÎDAN BI SER KETIYE’

Gerîla Azad Êriş jî got, “Ruhê egîdî ku di kesayeta fermandarê me yê mezin heval Egîd pêşket, îro ji bo me bûye xetek û çandek ku em şopdarê wê ne.

Ev ruh li qadên şer di kesayetiya Çekdaran, Kûrtayan û Demhatan û hemû egîdên Kurdan derket pêş. Ev ruh jî wê bi dawî nebe, heya ku em bigihêjin serketinê, heya dawî jî em ê têkoşîna xwe bi vî ruhê zindî bikin.

Salvegera 15’ê Tebaxê ya îsal xwedî girîngiyeke mezin e. Ev salên ku em tê de ne wê encama têkoşîna me bide diyar kirin.

‘FAŞÎZM LI BER RÛXANDINÊ YE’

Berxwedana ku di serî de li Mamreşo û Zendûra û li hemû qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê tê meşandin, berxwedana serketinê ye. Zêdeyî 3 meh û nîv e ku berxwedanek kêliyeke wê jî mirov bi gotinan nikare wê ifade bike pêk tê. Wê xewn û xeyalê şehîdên me bêguman pêk werin.

Ev salên faşîzma AKP-MHP yên dawiyê ne. Pêwîste her kes vê bibîne û li gorî wê rola xwe ya dîrokî bilîze. Em bi vê berpirsyariyê şer dikin û em ê bighînin dawî jî.”