Hazal Yildirim diyar kir, kurê wê 61 roj in di greva birçîbûnê de ye û tevî hevalên xwe di çalakiyê de bi biryar e. Yildirim xwest, dawî li bêdengiyê were anîn.

Dayika yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê Mehmet Yildirim, Hazal Yildirim di derbarê çalakiya kurê xwe de axivî û got: “Kurê min Mehmet 10 sal e li Girtîgeha Tîpa T a Bafra tê girtin. Kurê min bi awayek bê hiqûqî di 17 saliya xwe de hate girtin û 16 sal ceza lê hate birin. Kurê min 61 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, qet ji bîra min naçe. Xew bi çavê min nakeve. Tim di bîra min de ye. Li wir ew çi qas birçî be, ez jî li vira ewqas birçîme. Berî heftiyekê kurê min bi rêya telefonê geriya. Kurê min bi rêya telefonê ragihad rewşa wan ya li girtîgehê nebaşe. Kurê min 10 kîlo li xwe kêm kiriye û her diçe siheta wî xirabtir dibe. Kurê min ragihand ku 6 hevalê wî wî 136 roj in di çalakiyê de û rewşa pir xirab e. Her roja diçe rewşa tenduristiya zarokên me ne baş dibe. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe û kes nemire. Bila êdî ev êş bi dawî bibe. Êdî bes e.” 

‘JI BO BÊDENGIYÊ ÊDÎ BES E’

Yildirim destnîşan kir ku divê bêdengiya heyî bê şikandin û wiha got: “Her roja diçe zarokên me di girtîgehan de dihelin. Zarokên me bi biryarin û dibêjin; ‘Eger em bi darbestan jî derkevin derve em ê dev jê çalakiya xwe bernedin.’ Êdî bes e. Rewşa zarokên me gihişt asteke krîtîk. Divê her kes li dor girtiyan bibe xelek û rojek berî rojekê tecrîda li ser Rêber Apo bê şikandin. Zarokên me yeko yeko ber mirîne ve diçin. Divê tu kes bêdeng nemîne. Divê her kes dengê xwe li dengê berxwedana girtiyan zêde bike. Eger her kes rabe ser piya, wê hikûmet mecbûr bimîne tev bigere.”

‘TECRÎD DI HEMAN DEMÊ LI SER CIVAKA TIRKIYEYÊ YE’

Dayik Yildirim anî ziman ku heta dawiyê ew li gel berxwedana zarokên xwe ne û wiha pêde çû: “Em dayikin dilê me diêşe. Ji derveyî hiqûq, edalet, aştî û tifaqê tiştek din naxwazin. Bila êdî li ser vê axê dayik rûndikan ne rijînin. Bila êdî darbest ji girtîgehan dernekeve. Hikûmetê zarokê me dîl girtin û êdî em nikarin biçin zarokên xwe bibînin. Tecrîd tenê ne li ser Îmraliyê heye. Tecrîd li ser civaka Tirkiyê tevahiyê ye. Dema tecrîda Îmraliyê rabe, wê tecrîd li ser zarokê me jî rabe û em ê bikarin biçin zarokên xwe bibînin. Daxwaza me tenê aramî û jiyanek bi rûmet e.”