Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê diyar kir ku Erdogan bi girtina pêşengên gel û girankirina tecrîda li ser Ocalan bersiva hewldanên aştiyane yên Ocalan da.

Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê îro bi boneya 1’ê Îlonê roja aştiyê ya cîhanê daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser rewşa şer, aloziyên hundirîn û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û projeya Ocalan a ji bo aştiyê.

Tevgera Azadî roja aştiya cîhanê li şehîdên rêya aştî, azadiya gelan, têkoşerên rêya aştiyê û girtiyên têkoşîna rêya aştiya gelan pîroz kir û wiha pêde çû: “Di demek pêwîstbû civaka mirovahiyê hemû rojên salê aştî, aramî û dûrê şer ban. Lê tişta heyî û rû dide tersê vê ye. Rojek an jî tenê kêliyek nîne bê şer, kuştin û wêrankarî derbas bibe. Ev jî encama hişmendî û sîstema desthilata cîhanê ye ku bi modernîteya sermayedar tê binavkirine. Ji bo desthilat û berjewendiyên xwe li hemû koşeyek vê cîhanê serkêşiya şer û komkujiyan dike.

Vê sîstema desthilat jî hîn zêdetir hêz daye hişmendî û faşîzma dewleta Tirk, dîktarorî û takeperestiya Erdogan. Bi girtin û kuştina pêşengên gelan, tecrîdkirina pêşengê aştiyê Rêberê Aştiyê û jiyana hevre ya gelan Abdullah Ocalan, bersiv daye. Rijandina xwînê zêde kiriye. Li rex şer, wêrankariyê tecrîda gelên aştîxwaz li Kurdistanê weke erka xwe ya serekî dibine. Li dijî jiyana bi hev re û rêberê wê diraweste.”

Tevgera Azadî bal kişande ser projeya Ocalan ji bo xwerêveberiya demokratik û aştiyê, wiha domand; “Ocalan li hemberî sîstema modernîteya sermayedar a dijî aştiyê modernîteya demokratik û neteweya demokratik û aştîxwaz weke alternatif pêş dixwe. Bingehê vê jî ji çand û jiyana heraran salan a civak xwezayî digire.”

Tevgera Azadî wiha jî got; “Di roja îro de dewleta Iraqê li ser bingehê netewgerî û mezhebi dikare pirsgirêkan çareser bike. Ne ku desthilatên Başûrê Kurdistanê bi hişmendiya nedemokratîk dikare bibe çareserî ji bo pirsgirêkên gel li Başûrê Kurdistanê. Berdewamkirina qeyran û bê hêvîbûna civakê xwe teslîmê qedera bêçarebûnê kiriye. Bi temamî aştî û aramiya di navbera takekes, jin, zilam, malbat û civakê de nehiştiye.”

Di dawiyê de jî Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê got; “Di vê demê de ji hemû demê zêdetir pêwîstiya takekes, rêxistinên siyasî, medenî, tevahî pêkhateyên olî û mezhebi yên Başûrê Kurdistanê bi diyalog, aştiya civakê û yekîtiya cûdahiyan heye. Pêwîste her hêz û aliyek erka xwe rabe. Êdî dema wê hatiye dest ji şêwazê bêhêvîbûn û dûrketina ji civakê berdin.”