Gerîla Lorîn Andok diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê berfirehtir bike û got, “Dijmin her roj dibêje, ‘me qedand, em ê biqedînin’. Lê belê ew ê li pêşberî berxwedana gerîla biqede.”

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê dewam dikin. Gerîlaya YJA Starê Lorîn Andok êrişên dewleta Tirk, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana gerîla nirxand. Gerîla Lorîn Andok bi bîr xist, ku gelê Kurd di pêvajoyeke girîng de ye û got, “Bi tecrîdkirina Rêber Apo re dixwazin têkiliya wî ya bi gel re bibirin. Ji ber ku pêşdîtinên Rêberê me rastiya dijmin bi her awayî radixe pêş çavan.

Dewleta Tirk a dagirker dixwaze Kurdan tune bike û ji ber vê yekê êrişê dibe ser her qadê. Bi taybetî projeyeke xwe ya mezin heye ku Başûrê Kurdistanê dagir bike. Ev projeya dagirkirinê ji salên 1990’î û vir ve dewam dike. Niha li Heftanînê gerîla bi rengekî bêhemap li dijî êriş^ne dewleta Tirk li ber xwe didin. Ev berxwedan ne tenê li dijî êrişan e, di heman demê de berxwedana parastina xaka Başûrê Kurdistanê ye.

Dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê berfireh bike. Gerîlayên HPG û YJA Starê jî derbên giran li dijmin dixin. Dijmin timî dixwaze leşkerên xwe li herêmê bi cih bike, lê belê li her qadê dibin hedefa gerîla. Ji ber ku berxwedana gerîla berxwedaneke lehengiyê ye. Bila her kes zanibe, ku em ê rê nedin dagirkeriya dewleta Tirk, wê nikaribin li Kurdistanê bi hêsanî tevbigerin. Heftanîn wê bibe goristana wan.”

‘ŞERÊ TAYBET DIMEŞÎNIN’

Gerîla Lorîn Andok got, “Hin hêz dibêjin, ‘gerîla li Başûr in, lewma dewleta Tirk êriş dike’. Ev yek dûrî ji rastiyê ye” û anî ziman, ku dagirker jî bi şerê taybet hewl didin atmosfereke wiha biafirînin. Lorîn Andok diyar kir, dewleta Tirk bi rêya propagandaya nerast hewl dide êrişên xwe rewa bike û got, “Yek ji armancên wan ên bingehîn tunekirina destketiyên Başûrê Kurdistanê ye. Her wiha polîtîkayên xwe yên şewitandina gundan û koçberkirina gel ku li Bakurê Kurdistanê meşand, dixwaze li Başûrê Kurdistanê jî bixe meriyetê. Ji ber ku dema ku mirovek ji xaka xwe dûr ket, hingî ji nirx û dîroka xwe jî dûr dikeve.

Niha gelek gundên li Başûrê Kurdistanê vala kirine. Divê jin û ciwanên Başûrî li ber vê yekê rabin. Ev gel bê qetilkirin jî, ji xaka xwe bê koçberkirin jî wê dest ji berxwedanê bernede. Em di wê baweriyê de ne ku ev berxwedan wê bi pêşengiya jin û ciwanan her tim zindî bimîne û wê nerazîbûneke xurt li dijî dijmin bê nîşandan.”

‘CIWANÊN BAŞÛRÎ DIVÊ XWEDÎ LI XAKA XWE DERKEVIN’

Gerîla Lorîn Andok anî ziman ku dewleta Tirk di êrişên xwe yên dagirkeriyê de giraniyê dide ser teknîkê û wiha dewam kir: “Dijmin ji bejahî ve nikare li hemberî gerîla şer bike. Ev yek jî nîşan dide ku hêza wan nemaye. Dewleta Tirk li her qada ku hewl dide dagir bike li bin guhê berxwedana gerîla dikeve. Tevî hêza xwe ya teknîkê jî li pêşberî gerîlayên HPG û YJA Starê bêçare dimîne. 95 ji sedî yê şerê wan şerê psîkolojîk e.

Her roj dibêjin, ‘me qedand, em ê biqedînin’, lê belê ew ê bi xwe li pêşberî berxwedana gerîla biqedin. Dijmin li dijî Kurdan polîtîkaya ‘parçe bike, bi rê ve bibe’ dimeşîne. Her wiha cerdevanî û sîxuriyê ferz dike. Ji ber ku zane bi rengekî din nikare encamê werbigire. Dijmin di her operasyonê de cerdevanan dide pêş. Pêwîste cerdevan jî vê rewşê bibînin û li rastiya xwe vegerin, ji şaşitiyê vegerin. Haya her kesî divê ji polîtîkayên dijmin hebe.

Gerîla her roj li dijî dijmin destanan dinivîsînin. Gelê Kurd li her cihî li ber xwe dide. Banga min li ciwanên Başûrê Kurdistanê ye; xwedî li xaka xwe derkevin û nerazîbûnê nîşanî dewleta Tirk û nokeran bidin. Ji bo vê jî divê civaka Kurd bibe yek. Gelê Kurd xwe ji dayina berdêlan venagire. Serketin wê ya gelê Kurd be.”