Fewzî û Îsmet Qereteqe ku birayên ji Efrînê ne, ji wan kesan e ku Ocalan nas kirine û gelek caran ew dîtine. Dibêjin ku Ocalan wê demê gotibû ‘3. Şerê Cîhanê wê li Rojhilata Navîn rû bide’ û vê gotinê niha baştir fêhm dikin.

Fewzî û Îsmet Qeretepe du birayên ji Efrînê ne. Dilxwazên Kurdîtiyê ne û cihê xwe di nava vê berxwedanê de girtine. Heta salên 1970-80’î di nava gelek kom û partiyan de cih girtin. Piştre PKK nas kirin. Ji hingî ve jiyana wan di nava têkoşîn û berxwedanê derbas dibe. Her du birayan her wiha firsend dîtin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin.

Fewqî Qeretepe diyar kir ku wî bi rêya kesekî ji çepa Tirk, sala 1982’an PKK nas kir û got, “Min got, ‘partiyek heye li aliyê we, kî ne, çi dikin?’ Got, ‘Ew Apoyî ne’. Sala 1983’an min hewl da nas bikim. Piştre me heval dît, nas kir. Bi naskirina hevalan re em tevlî kar bûn. Piştî wextekê hevalan xwestin me bi Rêbertî bidin naskirin. Ji bo me kelecaneke mezin bû ku me yekemcar didît. Em çûn maleke li Helebê. Piştre Rêbertî hat. Yek bi yek silav da me. Li ser rewşa Kurdan demeke dirêj axivî. Min pirsek jê kir û ev gotina Rêbertî qet ji bîra min naçe; ‘Em nikarin Efrîkayiyekî bînin û bikin Kurd, lewma em mecbûr in bi xwe bikin. Em nekin, wê kî bike? Dijmin li ser serê me sekiniye û her roj hewl dide bifetisîne. Bi rengekî mezin bifikirin, biçûk nefikirin. Her ku hûn li tiştên mezin bifikirin, tiştên biçûk wê bi xwe çareser bibin.

TESPÎTA KU NIHA PÊK HATIYE

Ez şeş caran bi rengekî fermî çûm gel wî. Carekê jî ji bo serdanê. Ev tespîta wî niha bi cih hatiye; şerê yekemîn û duyemîn ê dinyayê li Ewropayê qewimîn. Şerê 3. ê dinyayê wê li Rojhilata Navîn biqewime. Di vî şerî de wê wezîfeya Kurdan mîna mêzînê be. Dewleta ku wê wextê bi Kurdan re tevbigere wê bibe dewleta herî xurt… Rêbertî dema analîz dikir, di heman demê de encam jî eşkere dikir. Di civîneke sala 1991’ê de wiha digot; dema bê wê êrîşên giran bînin ser Kurdan. Baş e kî wê bi ser bikeve? Yên bi sebir û berxwedêr wê bi ser bikevin. Ew bi qasî şervanên me xurt û xwedî îrade nînin. Artêşên wan ewqasî xurt nînin, lê belê xayininên li nava me destekê didin wan. Xwe didin pêş wan û êrîşî me dikin…

DI VÎ ŞERÎ DE EM Ê BI SER BIKEVIN

Di gelek axaftinan de wiha digot; Em ji Tirkiyeyê derket, me partî ava kir. Em hatin Rojhilata Navîn me artêş ava kir, niha jî em ê bibin dewlet. Em neçar in li dinyayê bibin xwedî cihekî… Carekê jî wiha gotibû; Min we xist nava dilê xwe. Ya rast min xwest we ji vî dilî derxînim, lê hûn ê bêjin ‘Rêbertî dest ji me berda û çû’. Dijminê min ji dijminê Îsa mezintir e. Îsa tenê li dijî Roma şer dikir, lê ez li dijî tevahiya dinyayê şer dikim. Di vî şerî de em ê bi ser bikevin. Dijmin wê qet feydeyê ji me nebîne.

YÊ KU ME HÎN JÎ DIPARÊZE, RÊBERTÎ YE

Em niha li vir in, Rêbertî li giravekê di nava çar dîwaran de ye. Yê ku me li vir diparêze, Rêbertî ye. Haya gelek mirovan ji vê nîne. Rêbertî azad e. Ji aliyê siyasetê ve azad e. Eger Kurd niha li Rojhilata Navîn bi rola hevsengiyê radibe, yê ku ev pêk anî Rêbertî ye. Yanî em hîn jî belayê serê Rêbertî ne. Rêbertî rêya me sererast dike, vedike û ji me re dibêje ‘bimeşin’. Em li şûna xwe rûniştine.”

WÊ LÊBORÎNÊ JI ME BIXWAZIN

Îsmet Qeretepe jî ku sala 1987’an bi rengekî çalak cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de girt, wiha peyivî: “Newroza 1991’ê ez çûm gel Rêbertî. Yekemcar min ew li Helebê dît. Piştre sê carên din çûm gel wî. Wî digot, ‘Kurd wê dema bê bi rola hevsengiyê rabe’, lê min fêhm nedikir. Der barê xwe de gelek tişt digot ku piştre pêk hatin, lê me wê çaxê fêhm nedikir. Mesela digot, ‘Ez biçim ku derê ez ê bibim goga ji êgir û kes wê nexweze xwedî li vî agirî derkeve. Wê kes deriyê xwe li min veneke’. Me ev yek di dema komployê de dît. Jinekê pirsek jê kiribû û ev bersiva wî hîn di bîra min de ye; Rojek wê bê Emerîka wê lêborînê ji Kurdan bixwaze…”