Qenalên televîzyonên Kurd ku şopdarên kevneşopiya çapemeniya azad e li dijî şîdeta li jinê ekranên televîzyonan deqeyekê reş kirin.

Stêrk TV, Medya Haber TV, Jin TV, Aryen TV, Çira TV û Ronahî TV  roja Dûşemê (îro) seat di 17:00’an de ekranên xwe deqeyekê reş kirin.

Diyar bû qenalên televîzyona Kurdî ji ber “25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Şîdeta li Jinê’ ev çalakî pêk anîne.