Li gorî agahiyên ji nûçegihanê me hatine standin, danê siharê carek din agir bi bazara Lenge ya Hewlêrê ketiye û heya niha jî nehatiye kontrolkirin.

Tê gotin agir her ku diçe mezin dibe.

Divan kêliyan de tîmên parastina şaristaniyê li cihê bûyerêne û hewl didin agir kontrol bikin.

Hêjayî gotinê ye di 27’ê Sibata 2024’an de jî agir bi bazara Lenge ya Hewlêr ketibû û bi dehan dikan şewitîbûn.