Alî Hacîzade bave gerîlaya YJA Starê Kûbar Hacîzade ku şehîd bû, ji bo cenazeyê keça xwe ji Îranê hat, lê belê bêyî ku bibîne û werbigire vegeriya Îranê.

Yek ji 3 gerîlayên ku di 24’ê Îlona 2019’an de li bejahiya navçeya Licê ya Amedê şehîd bû Kûbar Hacîzade bû. Cenazeyê Hacîzade li morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl tê hiştin. Agahî nehate wergirtin ku cenaze kengî rakirin nexweşxaneyê. Cenazeyên ji her sê gerîlayan Nevîn Gungormuş û Fîlîz Aydemîr ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin û veşartin.

CENAZE NÎŞAN NEDAN Û NEHIŞTIN KU BIBE

Alî Hacîzade ku ji bo wergirtina cenazeyê keça xwe ji bajarê Makû hate Amedê, di 27’ê Çileyê de serî li Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine ya li Dergûşa Şaristaniyan (MEBYA-DER) da. Hacîzade ji bo wergirtina ceza serî li serdozgeriyê jî da, lê belê bi îdîaya ku nikare bê naskirin cenazeyê keça wê nîşanî wî nedan. Bav Hacîzade ji bo testa DNA’yê di 29’ê Çileyê de çû Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û piştî ku xwîna xwe ji bo testê da vegeriya Îranê.

Hate ragihandin ku ji bo radestkirina cenaze wê li benda encama DNA’yê bimîne.