Di demeke ku şerê navbera Rusya û Ukrayna, bi dijwarî dewam dikê de, 5 çeteyên DAİŞê, li herêma Rostowê, êrîşî navenda binçavkirina Rusya kirin û navend girtin destên xwe.

Çavakniyên herêmî ragihandin ku çeteyên DAIŞê 2 kesên li navenda binçavkirinê kar dikirin jî rehîn girtine.

Dîmenên ku di medya civakî de hatine weşandin jî didine xuya kirin ku çeteyên DAIŞê û 1 ji rayedarên rahîn hatiye girtin heye.

Ajansa fermî ya Rusya RIA jî, agahî dan û got; Kesên dibinçavan de bi tewana tevlî terorê bûne hatine girtin.

Saziya Medya Rusya BAZA jî, ragihand ku êrîşkar ne 5 in, 6 kes in.

Beşek ji medya Rusya jî dibêje, ji êrîşkaran tenê 3 kes çeteyên DAIŞê ne, 3 kesên din jî di demên berê de, kesên ku bi 18 salan hatibûn cezakirin in.