Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan, bertek nîşanî dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê û helwesta PDK’ê ya li dijî dagirkirinê da û diyar kir ku polîtîkayên PDK’ê zirerê dide yekîtiya neteweyî ya Kurd.

Operasyona “Pençe” ku artêşa Tirk a dagirker di 27’ê Gulanê de li dijî herêma Xakurkê ya Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê dan destpêkirin û di çarçoveya vê operasyonê de qadên jiyanê yên sivîl tên bombebarankirin, didome. Heta niha di êrîşên hewayî de 3 sivîl jiyana xwe ji dest dane û 5 sivîl jî birîndar bûne. Hevşaredarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rezan a Amedê Zeyat Ceylan, bertek nîşanî operasyonan dagirkirinê û helwesta Hikûmeta Başûr da û anî ziman ku poltîkayên PDK’ê zirarê dide yekîtiya neteweyî ya Kurd.

‘TIRKIYE DIXWAZE ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ DAGIR BIKE’

Ceylan da xuyakirin ku Tirkiye, gav bi gav Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê bi dest dixe û bilêv kir Tirkiye, di çarçoveya sînorên Mîsak-î Mîllî’yê de tim dixwaze xeta Mûsil, Kerkûk û Helebê kontrol bike. Ceylan anî ziman ku Tirkiye, li Rojav û Sûriye dixwaze bi rêya çeteyên ku piştevaniya wan dike, Eniya Rizgariya Netewî rêveberiyên herêmî têxe bin kontrola xwe û wiha axivî: “Tirkiye bi operasyonên dagirkirina xaka Başûr jî dixwaze Serokomarê Iraqê û Nêçîrvan Barzanî bitirsîne û rêveberiyên dibin kontrola xwe de biafirîne. Tirkiye li her alî ve êrîş dike û dixwaze ciranên derdor mecbûrî xwe bike. Tirkiye bi polîtîkaya neçareserkirina pirgirêka Kurd dixwaze çar aliyê welat dagir bike û welat tevahî têxe di bin kontrola xwe de. Ji bo vê yekê bê navber herdemê êrîşî Bakur, Başûr, Rojava û Rohilat dike. Ev êrîş dibe zirerk mezin bide xwezaya Kurdistanê û xelkê sivîl, lê wê ev êrîş encamê nestîne. Ti siyaset bi şer nayê kirin, siyaset bi rêya aştiyane û rêyên diyalogê tên kirin.”

‘POLîTÎKAYA PDK Û YNK’E ZIRERÊ DIDE YEKÎTIYA KURDAN’

Ceylan bertek nîşanî helwesta Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê da û wiha pêde çû: “Bêdengî hevkariya êrîşane. Li ser axa Kurdistanê operasyonên leşkerî pêk tên, xwezaya Kurdistanê tê şewitandin, mirovên me di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest didin, li gel vê yekê ji hikûmeta Başûr bêdeng e. Divê tekane PDK û YNK nekeve nava kêmahiyek wiha. Ev polîtîkaya PDK û YNK’ê zirerê dide yekîtiya neteweyî ya Kurd. Di pelên dîrokê de wê PDK li hemberî gel bê darizandin. Gel îxanet û bêdengiyê qebûl nake. Dibe îro hincet weke Tevgera Azadiyê bê nîşan dan. Eger îro Tevgera Azadiyê derbeyan bixwe, sibê dora Başûr e. Ez bang li PDK û YNK’ê dikim ji biratiya Kurdan re xizmetê bikin. Ji dijminê xwe re xizmetê nekin. Em nabêjin bila têkiliya xwe bi Tirkiyê re qut bike û bi Tirkiyê têkeve nava şer. Em li gel têkiliyên bazariyê ne, lê divê PDK li ser pişta birê xwe, xwe nede jiyankirin û li ser pişta Kurdan polîtîkayê neke. Ev yek gelek xetere û berdêlên wê girane.”

‘PIRSGIRÊK BI RÊYÊN AŞTIYANE DIKARE BÊ ÇARESERKIRIN’

Ceylan destnîşan kir ku heta niha tu operasyonên li dijî xaka Kurdistanê bi sernektine û ji bo vê jî divê li dewsa operasyonan pirsgirêka Kurd were çareserkirin. Ceylan bilêv kir ku pirsgirêka Kurd tenê bi rêyên aştiyane dikare bê çareserkirin û wiha dom kir: “Du lingên çareseriyê hene, lingê yekemîn Kurdin û mixabin lingê duyemîn jî hikûmeta Tirkiyê ye. Zêdetirî du salan pêvojoyek aştiyane hate bi rêvebirin. Ji ber ku di pilan û projeya AKP’ê de çareserî tunebû dest bi rêya şer kirin û serî li operasyonên siyasî û leşkerî dan. Bi şer ji derveyî xirabkirin û kuştinê bi xwe re tiştek din bi xwe re anîne. Sedsala Tirkiye li dijî Kurdan siyasetek şaş û xeternak bi rê ve dibe. Heta niha ji vê siyasetê ti tişt bi dest ne xistiye. Ji niha û vir ve jî tiştekê bi dest naxe.”

Ceylan di dawiya axaftina xwe de eşkere kir ku di rojên pêş de şandeyek ji HDP’ê û partiyên pêre tifaq kirine û Saziyên Sivîl wê serdana Herêma Fedaral Başûrê Kurdisanê bikin.