Çalakvanên bêîteatiya sivîl li Londonê berisvandin.

Kurdistaniyan li dijî bicihkirina PKK’ê di lîsteya rêxistinên qedexe de nerazîbûn nîşan dan, dawiya vê hefteya borî li ber Konsolosxaneya Elmanya ya li qada Hyde Park a Londonê bi alên PKK’ê çalakî lidar xistin.

Beşdarên çalakiyê bang li Elmanya û YE’yê kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane û dawî li pêkanînên qirkirinê yên li ser Kurdan were anîn, xwestin PKK’ê ji lîsteya “rêxistinên qedexe” bê derxistin.

Lê belê polîsên Brîtanyayê çalakger bi hinceta ku ala PKK’ê hilgirtine binçav kirin û piştî agahiyên nasnameya wan girtin, serbest berdan.

Kurdistaniyên beşdarî çalakiyê bûn, pirsa ‘çima divê PKK’ê ji lîsteya terorê bê derxistin’ bersivandin

Mustafa Amed, Kawah Mehabad, Ako Mahabad, Cameran Şwanî
û Nivîskar Alî Poyraz ji kamerayên ANF’ê axivîn: