Ciwanên Kurd li avahiya  Parlamentoya Ewropayê ya li Strasborûgê ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya bêîtîatiya sivîl dikin.

Bi mebesta ku balê bikişînin ser tecrîda girankirî ya  li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê ku Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafê Mirovan û CPT li wir e, çalakî têne kirin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li avahiya PE’yê çalakiya bêîtîatiya sivîl dikin. Hate gotin dema ku ciwanan çalakî dikir polîsan bi bombeyên gazê êrîş birine ser girseya ku li derve çalakî dikir.