Malbata Şenyaşar ku bi fermana endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya AKP’ê û namzetê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz 3 kes ji malbata wan hatin qetilkirin, diyar dike ku 17 meh in dosya nehatiye nirxandin û daxwaza edaletê dikin.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, di dema karê hilbijartinê de endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya AKP’ê û namzetê AKP’ê yê parlamenteriyê Îbrahîm Halîl Yildiz bi zorê ketibû dikana malbata Şenyaşar û ji ber ku malbatê nexwest ji wan re propagandayê bike, hingî ferman da alîgirên xwe ku êrişê bibin ser malbatê. Xizm û alîgirên Yildiz jî avêtin ser dikana malbata Şenyaşar, Faidil Adil, Mûhammed, Mehmet, Ferît û Celal Şenyaşar birîndar kirin. Piştre avêtin ser nexweşxaneyê ku sê kesên ji malbata Şenyaşar bi rengekî hovane qetil kirin.

Fadil Şenyaşar ê birîndar piştî sê rojan bi sûcdariya ku ‘parêzvanê Yildiz û birayê wî kuştiye di 17’ê Hezîranê de hate girtin û ew şandin Girtîgeha Xarpêtê. Tevî ku 17 meh di ser bûyerê re derbas bûye, hî jî Serdozgeriya Rihayê dest nedaye dosyayê û tiştek nekiriye. Fadil Şenyaşar jî li odeyeke girtîgeha Xarpêtê bi tena serê xwe tê hiştin. Malbata Şenyaşar bi bîr dixîne ku dîmenên kamerayên komkujiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatin jêbirin û ji ber vê yekê jî doz nayê meşandin. Malbata Şenyaşar 17 meh in li benda edaletê ye û bang dike ku wan bi tenê nehêlin.

DAYIKA ŞENYAŞAR: XWESTIN MIN JÎ BIKUJIN

Dayika Şenyaşar Emîne Şenyaşar bi bîr xist ku Yildiz ê AKP’î û malbata wî li Pirsûsê gelek neheqî kirine û got, “Heta niha gelek mirov kuştin, dest danîn ser malên wan û zeviyên wan, bi faîzê kar kirin. Bi qasî wan mirovên nebaş nînin. Ji bo 10 milyarî dikarin dayik û ba vê xwe bikujin. Ji ber ku hikumetê çend quriş da wan Îbrahîm Halîl  Yildiz em dan qetilkirin. Wê teqez sîstema wan hilweşe. Ev 40 sal in em esnaftiyê dikin. Ji bo çend qurişî hevser û zarokên min qetil kirin. Kurekî min jî girtî ye. Zaorkên min hemû yên hatin kuştin li dikanê birîndar kirin. Ji min re gotin ku çi bi zarokên min hatiye kirin ez jî yekser çûm nexweşxaneyê. Di rê de min hevserê xwe Haci dît. Em bi hev re çûn nexweşxaneyê. Dema ku em gihîştin wê deverê êrişî min û hevserê min kirin. Ez avêtin devera jinan. Ji ber ku jin im xwestin ku jin min bikujin. Wan jî êrişî hevserê min kirin. Bi kêr, tupê şewatwê û çekê ew qetil kirin.”

‘HIKUMET ÇIMA DÎMENAN VEDIŞÊRE’

Şenyaşar diyar kir ku dîmenên kamerayên li dikanan û nexweşxaneyê bi fermana Yildiz ê AKP’î ji aliyê polîsan ve hatin jêbirin û got, “Dîmenên kamerayên li pêşiya dikanên me û nexweşxaneyê vedişêrin. Hikumet van dîmenan çima vedişêre? Ji bo Halîl Yildiz neyê darizandin vê dikin.”

Şenyaşar anî ziman ku kurê wê Fadil 17 meh in li Girtîgeha Xarpêtê girtî ye û xwest tavilê bê berdan.

‘HEVSERÊ MIN LI PÊŞ ÇAVÊN MIN KUŞTIN’

Şenyaşar anî ziman ku ji ber hovîtiya li nexweşxaneyê hate kirin doktoran û hemşîreyan jî îstifa kirin û got, “Doktoran û hemşîreyan gotin ku wan hovîtiyeke wiha nedîtin. Bi xwîna zarokên min dîwarê nexweşxaneyê boyax kirin. Heman şevê dîwar ji nû ve boyax kirin. Lê belê ji ber ku xwîn teze bû dîwar boyax nedibû. Ev yek jî li pêş çavên polîs û leşkeran kirin. Hin hemşîre ji ber wan dîmenan dîn bûn. Hevserê min li pêş çavên min qetil kirin.”

Şenyaşar diyar kir ku kurê wê girtî ye, lê belê kesên ew kuştin digerin û got, “Em diçin goristanê polîs me dişopîne. Em diçin navenda Rihayê yan jî devereke din me dişopînin. Çi ji me dixwazin?”

Ferît Şenyaşar ku di dema komkujiyê de birîndar bû û niha rewşa wî ya tenduristiyê başe got, “Tevî ku sal û nîvek di ser bûyerê re derbas bûye hîn jî di dozê de tiştek nehatiye kirin. Mîna roja destpêkê ye. Ji me re dibêjin ku biryara nepenîtiyê heye. lê belê aliyê din çawa dixwaze dest li dozê werdidin.”

Şenyaşar bang li baroya Amedê û baroyên herêmê kir ku piştevaniya wan bikin.