Siyasetmedarên jin ên xwedî çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven derketin, diyar kirin ku daxwazên Leyla Guven daxwazên gelelê ne.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, bi armanca rakirina tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di 7’ê Mijdarê de dest bi greva bîrçîbûnê ya bêdem kir. Çalakiya Guvem di roja 10’emîn de berdewam dike û piştgirya ji bo çalakiya Guven mezin dibin.

‘JI BER KU AŞTÎ XWEST HAT GIRTIN’
Endama Dîwana Hevseroka KCD’ê Mekiye Guzel, bal kişand ser çalakiya bêdem a Guven û wiha axivî: “Di tabloyek wiha de ji dadgehê tu hêviya edaletê nakin. Ger li Tirkiyeyê hiqûq û edalet rast hebûya, dê ji zûd Guven bihata berdan. Li gorî qanûna bingehîn, dema welatiyek dibe parlamenter divê, darizandina wê bê rawestandin. Ji ber ku Guven aştî dixwaze hat girtin. Ev rastiya hiqûqa li Tirkiyeyê dide nîşandan. Mînaka berdana parlamenterê CHP’ê Enîs Berberoglu li holê ye. Lê darizandina Guven hîna jî berdewam dike.”

‘DIVÊ DEST PÊ KÊ TECRÎTÊ RAKIN’
Guzel, diyar kir ku Guven ne ji bo xwe, ji bo bi dawî anîna tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiyê kir û wiha got: “Ji bo şermezar kirin abi dawî anîna pêvajoya aştiyê Guven dest bi çalakiyê kir. Li Tirkiyeyê ger em dixwazin bûyerekê şermezar bikin, divê em ji tecrîdê dest pê bikin. Ji ber ku hemû bûyer bi heve girêdayîne. Li tevahiya cîhanê tenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destûr nayê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîn bike. Daxwazên Guven daxwazên mafdarin. Ev daxwaz ne tenê daxwazên Guven, daxwazên tevahiya gelekê ne. Daxwazên hemû kesên aştî û demokrasiyê dixwazine. Ger bersiv ji bo van daxwazan neyên dayîn, çalakiya greva birçîbûnê dê berdewam bike.”

BANG LI WELATIYAN KIR
Guzel, da zanîn ku encex bi berxwedanê aştî pêk were û wiha got: “Ji derveyî berxwedanê tu tiştek din di destê me de tuneye. Em gelin û em bi gelê re xwe re dixwazin aştî, demokrasî û edalet pêk were. Em dixwazin dimildest tecrîta li ser Ocalan bê bi dawî kirin.”

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remzîye Tosun jî, diyar kir ku ew xwedî çalakiya Guven derdikevin û wiha bilêv kir: “Em piştgiriyê didin biryara Guven. Ji bo piştgiriya Guven Rêxistina me ya HDP’a Amedê dê di rojên Şemî û Yekşemê de çalakiya grava birçîbûnê pêk bîne. Em bang hemû welatiyên xwe dikin ku beşdarî çalakiyê bibin.”